Rêxistinên civaka sivîl ên Tebqa Reqa û Minbicê tecrîd şermezar kirin

Rêxistinên civaka sivîl a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê siyasetên dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêber APO şermezar kirin û destnîşan kirin ku dem dema pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO ye.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Reqayê û Yekitiya Jinên Ciwan li pêşiya Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Reqayê kom bûn û daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de gefên li dijî Rêber Apo hate şermezar kirin.

Sena Îbrahîm bang li hemû ciwan kirin ku li dijî tecrîdê bikevin nav seferberiyê.

Li Tebqayê jî Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Apo şermezar kir.

Di daxuyaniyê de, tevgerê got dem dema pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê jî bi daxuyaniyekî gefên li dijî Rêber Apo şermezar kir, bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kirin ku destwerdanê bikin.

Li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tecrîd hate şermezar kirin

Back to top button