Ji bo rewşa Rêber Apo bi hezaran şêniyên taxên berxwedêr Şêxmeqsûd û Eşrefiye ya Helebê jî daketin qadan.
Meş ji pêşiya Mala Êzdiyan destpêkir û heta qada Rêber Apo ya taxa Şêxmeqsûd berdewam kir.
Di meşê de çalakvanan bê navber durişmên “bê serok jiyan nabe, bijî Rêber Apo, bimre ardogan” berzkirin û wêne rêbertî hatin hildan.
Çalakvan piştî gîhîştin qada Rêber APO li wir endama kongra star Rojîş Mûsê axivî û got:
Rêber APO xeta meya sor e, dijmin bi gefan û tecrîdê nikare vîna me bişîne.
Rêber Apo vîna mîlyonan e.
Emê heta dawî ji bo têkbirina tecrîdê têkoşîna xwe bidomînin.
Kobanê-Li dijî gefa li ser jiyana Rêber Apo meşek hate lidarxistin