“Binpêkirina tenduristiya rêbertî tê wateya ragihandina şer”

Li Reqayê û Tebqayê welatî li dijî tecrîda ser Rêber Abdullah Ocalan meşiyan û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kir.

Komîteya Însiyatîfa Ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Tebqayê jî derbarê tecrîdê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de, behsa nameyên gefxwarinên ku dewleta Tirk a dagirker dane Rêber Abdullah Ocalan hat kirin û hat gotin:

“Ev name, li dijî berxwedana Rêbertî ye lê belê li hember wê dê gelên herêmê bêdeng nemînin.

Em ê dersekê bidin dewleta Tirk û her kesê li paş vê komployê.

Ev kiryar, mîna ragihandina şerekî demdirêj e ku dê gelên azad ên bi fikrê Rêbertî bawer kirine, bimeşînin.

Bila zordestên ku destê wan di vî sûcî de hene, bizanin ku berteka me dê ne tenê şermezarkirin be.

Komîteya Însiyatîfa Ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Tebqayê li hember sûcên li Îmraliyên tên kirin bang li gelên hereêmê kir ku bêdeng neminin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê xurt bikin.

Back to top button