Platforma Ciwanên Kurdistanê bi boneya 100 saliya Peymana Lozanê îro li Helebceyê rêzeçalakÎ lidar xistin.
Platforma Ciwanên Kurdistanê têkildarî 100 saliya
Peymana Lozanê li Helebçe çend çalakî lidar dixin û gotin:
Belên Îzet: Ciwanên Kurdistanê Peymana Loznê qebûl nakin
serpereştyarê Platforma Ciwanên Kurdistanê Belên Îzet got; “Piştî ku 100 sal li ser Peymana Lozanê re derbaz bûn,
me pêwîst dît ku çend çalakiyên mezin lidar bixin da ku
naveroka vê peymanê û zerera gihandî gelê Kurd û
Kurdistanê ji nifş derbazî nifşekê din bibe û qet neyê jibîrkirin.
Belên diyar kir ku ”divê xalên Peymana Lozanê ku bû sedema parçekirina Kurd û Kurdistanê ji binî ve bên rakirin.”