Bafil Telebanî banga yekîtiyê kir

Serokê YNK`ê Bafil Talebanî diyar kir ku pêvajoya heyî li ser her kesî xwedîderketina li doza Kurd ferz dike.
Talebanî, li hember hewldanên qirkirina Kurdan banga yekkirina nêrînan û xîtaba siyasî kir.

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî nameyek şand Komxebata Navneteweyî ya têkildarî Peymana Lozanê ku ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) ve tê lidarxistin.

Talebanî di destpêka nameya xwe de kêfxweşî û serbilindiya xwe ya ji ber beşdarbûna komxebatê anî ziman.

Nameya Talebanî bi vî rengî ye:

“Em hewldanên ji bo balkişandina ser peymana ku li dijî Kurdan hatî îmzekirin û hewldanên berpirs û beşdarên komxebatê pîroz dikin.

Beriya 100 salî Kurd di hemû aliyan de bi qirkirinê re rû bi rû hatin hiştin.

Ev peyman li ser hesabê gelê Kurd, erdnîgarî û çanda Kurda hat îmzekirin.

Em jî ji gelê Kurd re dijbêjin, ev pêvajo pêvajoya yekirina refên me ye.”

Talebanî bang li her kesî kir ku ji bo berjewendiyên doza Kurd nêrînên xwe yên siyasî bikin yek.

PDK û hikumeta Şamê li pêşiya beşdarên komxebatê bûn astengî

Back to top button