Li gotî endamê Komîteya Amadekar li pêşiya beşdarên Komxebata Navneteweyî ya têkildarî Peymana Lozanê, gelek astengî derketin ku PDK’ê û hikumeta Şamê sedema wê bûn.
Li gorî Komîteya Amadekar a komxebatê, li pêşiya komxebatê gelek astengî derketin.
Hat diyarkirin ku gelek mêvanên komxebatê nekarî tevli wê bibin, tenê bi rêya zoomê beşdar bûn.
Komîteya Amadekar got:
“Me derdora 150 kesayetên kurdistanî, sûriyeyî, biyanî ji bo beşdariya komxebatê hatin vexwendin.
Tevî mêvanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser, 150 heta 200 kesayet beşdarî komxebatê bûn.
Komîteyê diyar kir ku ji aliyê PDK’ê û hikumeta Şamê ve li hember beşdariya kesayetan, astengî derxistin û desthilatên hin dewletan jî, nehiştin ku ew bên herêmê, ku bi xwe aliyên peymana Lozanê ne.