Li Mexmûrê nobeta li dijî tecrîdê di roja duyem de ye

Li Wargeha Penaberan a Mexmurê li hemberî tecrîda li dijî Rêberê APO çalakiya nobetê di roja xwe ya duyemîn de didome.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, Mexmûrê, çalakiya nobetê ya ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li dijî Rêber APO di roja xwe ya duyemîn de didome.

Îro, ji aliyê Endamên Şaredariya Mexmûrê ve çalakiya nobetê hate dewirgirtin.

Hevserokê Şaredariya Mexmûrê Bedran Pîran li ser armanca çalakiyê axivî û got: ‘Em ji bo azadiya Rêbertiya xwe îro li vir in. Em tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî şermezar dikin.”

Back to top button