QSD: Li Dêrazorê 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Operisyona ‘Birûska Cezîrê’ di roja ‘7an de ye ..
Îro serê vê sibehê QSD’ê raghand ku hêzên wan li Dêra Zorê jimarek din ji çeteyên DAIŞ’ê girtin. 

Operisyona ‘Birûska Cezîrê’ ya li dijî şaneyên DAIŞ’ê hîna dewam e..

QSD’ê vê sibehê daxwiyaniyek da û ev agahî parve kirin ..

Li gundewarê Dêra Zorê di navbera rojên yekşem û duşemê sê operasyon li dijî şaneyên DAIŞ’ê pêk hatin ..

Di encamê de 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin ..

Van çeteyan amadekariya êrîşan dikirin ku ewlekarî û ewlehiya herêmê û welatiyan têk bibin..

Her wiha dewl didan ku Operayona ‘Birûska Cezîrê’ asteng bikin ..

Li gel van çeteyan hejamreke zêde ya çekan jî hebû, ew jî ketin destê şervanan.

QSD’ê eşkere kir ku her sê operasyon piştî şopandina yekîneyên wan pêk hatin..

Back to top button