Komxebata diyalogê ya jinan li Helebê tê lidarxistin

Li Helebê bi diruşma, “Jin û veguherîna demokratîk li Sûriyê”, komxebata jinan pêk hat. Gelek jin ji bajarên Sûriyê beşdarî komxeabtê bûn. Di roja yekemîn a komxebatê de, li ser rola jinan ya di veguherîna demokratîk û çareseriya aloziya Sûriyê û de nîqaş hatin kirin.

Bi armanca yekkirina nêrînan jinan ji bo çareserkirina krîza Sûriyê, li bajarê Helebê bi diruşma, “Jin û veguherîna demokratîk li Sûriyê”, Komxebata diyalogê ya jinan, dest pê kir.

Komxebata ku ji aliyê Malbenda Çandê ya Helebê ve hatiye rêxistinkirin, li kafeterya Telit Heleb a li taxa Şêxmeqsûd birêve diçe.

55 delegeyên jin ên ji Idlib, Şam, Heleb, Laziqiyê, Tertûs, Siwêda û gelek nûnerên jin ên partiyên siyasî û Meclisa Sûriya Demokratîk, beşdarî komxebatê bûn.

Axaftina destpêkê ya komxebatê ji aliyê, Hevseroka Malbenda Çandê ya Helebê Leyla Xalid ve hat kirin.

Leyla da zanîn ku divê diyalog û şêwir bi jinan û rewşenbîr re werin çêkirin, da ku xwe bigihînin nêrîneke demokratîk a hevpar ji bo hemû Sûriyan.

Hevseroka MSD’ê Emîne Omer jî di komxebatê de axivî û bal kişande li ser rola jinan ya di çareseriya aloziya Sûriyê de.

Emîne Omer: Jinên Sûrî li benda çareseriyên ji derve namînin

Emîne Omer diyar kir ku jinên Sûrî li benda çareyên ji derve nasekinin û wê ew bixwe çareseriyê pêk bînin.

Emîne hêvî kir ku ev komxebat bibe pirek di navbera hemû jinên li Sûriyê de da ku encamên girîng bi dest bixin.

Emîne diyar kir ku dem hatiye jin rola xwe îsbat bikin û di siyaset û çareserkirina krîza welat de bibin xwedî biryar.

Beşdarên komxebatê jî li ser mijara “Jin û veguherîna demokratîk li Sûriyê” nêrîn û nirxandinên xwe kirin.

Konferans wê du rojan dewam bike.

Back to top button