Li Kobanê sersaxî ji malbatên şehîd Arîn û Biharîn re hat xwestin

Şêniyên herêma Firatê sersaxî ji malbatên şehîd Arîn û Biharîn re xwest.

Gerîla Arîn Mîtan 10’ê Kanûna 2022’an û Biharîn Kendal 24’ê Îlona 2020’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.

Ji bo herdu şehîdan li gundê Dolî yê Kobanê Konê sersaxiyê hat vedan.

Bi sedan şêniyên herêma Firatê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.

Di merasîmê de kesên axivîn sersaxî xwestin û gotin:

Îro gelê me li hember komployan hişyar e, em dibînin ku bêyî dudilî erka parastina axa xwe pêk tînin.

Di axaftinan de soza domandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê hat dayîn.

Dawiya merasîmê, wesîqeyên her du şehîdan radestî malbatan hatin kirin.

Back to top button