KCK: Ziman hebûn e, li hebûna xwe xwedî derkevin

Bi boneya vê rojê, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî, gelek daxuyanî hatin dayîn.
KCK, KNK, HDP û TAJÊ bi daxuyaniyên cuda ev roj pîroz kir.
Di daxuyaniyan de hat gotin:
“Ziman ji bo gelekî nasname, azadiya ramanê û hebûn e, divê em xwedî li wan derkevin.”

Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî peyamek weşand.

KCK’ê da xuyakirin civaka ku bi zimanê xwe neaxive, nenivîsîne; wê çand, dîrok, nasname û herî dawî jî bîra xwe wê wenda bike.

KCK’ê bal kişand li ser polîtîkayên Tirkiyê yên di aliyê zimanê Kurdî de û ev got:

Dewleta Tirk zimanê kurdî xist zimanê bijarte û hin aliyên kurdî jî ji bo vê yekê bi kar tîne.

Divê were zanîn di hemû astên perwerdehiyê de perwerdeya bi zimanê zikmakî mafek e.

Tişta jê re dersa bijarte tê gotin, zimanekî duyemîn a li derveyî zimanê zikmakî ye.

Perwerdeya bi zimanê zikmakî ku mafekî gerdûnî ye, nikare bibe waneyeke bijarte.

KCK’ê piştrast kir ku ziman ji bo gelekî nasname, azadiya ramanê û hebûn e; ji ber wê divê em xwedî li wan were derketin.

KNK: Ziman hebûn e, li hebûna xwe xwedî derkevin

Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya KNK’ê jî bi vê boneyê daxuyaniyek da.

KNK’ê işaret bi metirsiya li ser zimanê Kurdî kir û got:

“Zimanê Kurdî ku di avakirina şaristanî û pêşvebirina çanda cîhanê de xwedî roleke girîng e, di bin zexta dewletên Tirk, Faris û Ereban de tê fetisandin û jinavbirin.

Ziman hebûn û nasnameya gelan e.

Ew gelê zimanê wî tune be, hebûna wî jî tune ye!

Divê gelê me xwdî li zimanê xwe derkevin.”

HDP: Perwerdeya bi Kurdî mafekî rewa ye

Desteya Rêvberiya Navendî ya HDP’ê jî ev roj li hemû gelan pîroz kir û got:

“Dewleta qirker a Tirk ev 100 sal in hewl dide zimanê Kurdî ji holê rake.

Mafê perwerdeya bi Kurdî ‘mafeke ku nabe bê taloqkirin’.

Divê gel û saziyên me yên perwerdê 21 sibatê bikin destpêka bilindkirina têkoşînê û bikaranîna zimanê kurdî.”

TAJÊ: Yên ji zimanê xwe dûr bikeve ji rastiya xwe dûr dikeve

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê jî daxuyaniyek da û got:

“Yên ji zimanê xwe dûr dikevin ji cewher, hebûn û rastiya xwe jî dûr dikevin.”

TAJÊ bang li hemû kurdan kir ku bi zimanê xwe bixwînin, binvîsînin û biaxivin.

Back to top button