Bexda û Hewlêrê li ser hinartina petrolê li hev kir

Wê nefta Herêmê bi rêya Kargeha Bazarkirina Nefta Iraqê SOMO bê hinardekirin SOMO ragihand ku guftugoyên Hewlêr û Bexdayê yên derbarê hinardekirina nefta Herêma Başûre Kurdistanê de dewam dikin û her du alî li ser hinek xalan lihevkirine. Têkildarî mijarê Serokê YNK’ê Bafil Talebanî helwesta partiya xwe nîşan da û got: “Dem hatiye SOMO nefta Herêmê bi firoşe û dahat biçe yek xezîneyê”

Dadgeha Navneteweyî ya Lihevanînê ya Odeya Bazirganiya Navneteweyî di 25’ê Adarê de biryar da ku ji Herêma Kurdistanê bê Iraqê petrol ji bo Tirkiye nayê firotin.

Ji wê rojê hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê ya ji bo derve hatiye rawestandin.

Kargeha Bazarkirina Nefta Iraqê (SOMO) derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

SOMO’yê ragihand ku guftugoyên Hewlêr û Bexdayê yên derbarê hinardekirina nefta Herêma Başûre Kurdistanê de dewam dikin û her du alî li ser hinek xalan lihevkirine.

Wê neft li gorî pîvanên kargeha neftê a Iraqî SOMO were hinardekirin

Di dewama daxuyaniyê de tê gotin; “Wê di demek nêzde lihevkirina Bexda û Herêmê ya li ser nefta Herêma Başûrê Kurdistanê were ragihandin.

Di demek nêz de dibin çavdêriya kompanyayê û pîvanên kompanyaya SOMO’yê de dest bi hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê were kirin.”

SOMO’yê behsa xalên li ser lihevhatine nekir, tenê ragihand ku lihevkirin û hinardekirin wê bi pîvanên kompanyayê dest pê bike.

Bafil Talebanî: Dem hatiye dahat biçe yek xezîneyê

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî derbarê helwesta partiya xwe ya li ser mijarê de daxuyaniyek da.

Bafil Talebanî di daxuyaniya xwe de got: “Ji bo siberoja gelê me û pêşî lêgirtina pirsgirêk û qeyranên mezin, dema wê hatiye ku biryarek rast were dayîn û kompanya SOMO nefta Herêma Kurdistanê bi firoşe û dahata neftê li seranserî Iraqê biçe nava yek xezîneyê.”

Talebanî di dewamê de diyar dike ku divê para Herêma Başûr di budce û dahata Iraqê de were diyarkirin û dibêje:.

“Divê nûnerên Herêma Kurdistanê jî di kompanya SOMO û hemû sîstema neft û gazê ya Iraqê de hebin, şirîk bin di rêvebirin û biryar danê de.”

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî destnîşan dike ku bi salane YNK hewil dide lihevkirin li gel Bexda pêkwere û dawî li nakokiyan were.

Back to top button