Myanmar..Artêşa derbekar 20 sivîl kuştin û gelek kes birîndar kirin

Piştî darbeya li Myanmarê ku Sibatê pêk hatî û heta niha alozî ji nava welat kêm nebûye.
Di şerê navbera leşker û welatiyan de zêdeyî 20 sivîl hatin kuştin.

Li gorî ajansa nûçeyan Delta, saetên sibehê di navbera artêşa Myanmar û şêniyên gundê Helisui yê herêma Ayyarwadî de, şer derket.

Dema ku artêşa darbekar ya Myanmar li gund dest bi lêgerîna çekan kirin, rastî hêrsa gundiyan hat.

Bi vê yekê re şer derket û herî kêm 20 sivîl bi guleyên artêşa Myanmarê hatin kuştin.

Her wiha gelek kes jî birîndar bûn.

Di nava 2 mehên dawî de ev weke bûyera herî bixwîn ya li welat hatiye tomarkirin e.

Ji ber tundiya li herêmê, gelek şêniyan, malên xwe terikandin û li qadên daristanî bi cîh bûn.

Artêşa Myanmarê 1’ê Sibatê bi îdayên ku di hilbijartina 8’ê Mijdara 2020’an de hîle pêk-hatine, li dijî hikumetê derbeya leşkerî pêk anî û berpirs û rêveberên hikûmtê girt.

Li gorî Rêxistina Alîkariya Girtiyên Siyasî yên Myanmarê (AAPP), di encama deswerdana artêşê de 847 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Back to top button