Zarokên Şehîdan yên Efrînê: Divê sûcên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî bên eşkerekirin

Komîteya Zarokên Şehîdan a Herêma Efrînê bi daxuyaniyekê dagirkirina Efrînê şermezar kir û bang li civaka navneteweyî hat kirin ku ji bo eşkerekirina sûcên dagirkeriyê komîteyeke lêpirsînê ava bikin.

Daxuyanî li goristana Şehîdên berxwedana serdemê ya li navçeya Ehresê ya Şehbayê, bi amadebûna zarokên şehîdan û endamên meclisa Komînan hat dayîn.

Di daxuyaniyê de dagirkirina Efrînê û sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê û herêmên dagirkirî pêk tînin, hat şermezar kirin.

Hat diyar kirin ku ji bilî sûcên revandina sivîlan û destdirêjîyên li ser zarok û jinan, dagirker guhartina demografîk û siyaseta tirkkirinê pêk tînin.

Komîteya zarokên Şehîdan a herêma Efrînê bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo eşkerekirina rastiyan komîteyeke lêpirsînê ava bikin.

Back to top button