Xwendekarên Helebê ji bo Rêber Ocalan name nivîsandin û wêneyên wî xêzkirin

Komîteya Perwerdeya Civaka Demukratîk-KPC a Helebê ji bo xwendekaran pêşengehek vekir.

Pêşengeh li dibistana Şehîd Qehrman a taxa Şêxmeqsûd, bi beşdariya xwendekar û mamosteyan hate vekirin.

Di pêşengehê de wêneyên Rêber Apo, ji aliyê xwendekaran ve hatibûn xêz kirin, hatin pêşkêşkirin.

Xwendekaran nameyên ku ji bo Rêber Apo re nivîsandin di pêşengehê de pêşkêşkirin. Di nameyên xwe de xwendekaran daxwazên we yên azadiya Rêber Apo û rakirina tecrîdê anîn ziman.

Ji rêveberiya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Helebê Rojbîn Mihemed diyar kir ku ew dixwazin zûtirîn demê de tecrîda li ser Rêber Apo rabe û got, “çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn di destê Rêber Apo de ye.”

Piştre pêşengeh bi stranên xwendekaran bi dawî bû.

Back to top button