HPG: 494 dagirker hatin kuştin û bi sedan çeper hatin rûxandin

Zêdeyî sê meh in dewleta Tirk a dagirker êrîşî başûrê Kurdistanê dike. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî bi berxwedaneke dîrokî bersiva êrîşan didin û derbên giran li dagirkeran dixin.
HPG’ê bîlançoya 3 mehan a Pêngavên Şoreşger yên Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê eşkere kir.
HPG’ê diyar kir di nava sê mehan de gerîlayan 398 çalakî lidarxistin û di encama van çalakiyan de 494 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê sê meh in li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê berxewdaneke dîrokî nîşan didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya 23’yê Nîsanê heta 23’yê Tîrmehê ya Pêngavên Şoreşger yên Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê eşkere kir.

HPG’ê destnîşan kir ku desthilata faşîsta AKP-MHP’ê ji 24’ê Tîrmeha 2015’an di salvegera Peymana Lozanê, di çarçoveya plana çokdanînê de li dijî gelê Kurd û hemû destketiyên wê dest bi êrîşeke berfireh kiriye.

Hat diyar kirin gava yekem ya vê êrîşa qirker li Îmralîyê li ser Rêber Apo bi asta xwe ya herî bilind daye destpêkirin û piştre berê xwe daye gel, gerîla, sazî û dezgehan.

HPG’ê bal kişand ku desthilata faşîst a dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên dorfireh bawerkirin ku wê gerîla û tevgera azadiyê tasfiye bikin û wiha got,

“Di serî de berxwedana bê hempa ya Rêber Apo, asta şer a Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, seknar rûmet a gelê me, helwesta berxwedêr a hêz û dostên gelê Kurd rûyê rejîma faşîst û êrîşkar a 6 sal in dewlata Tirk dayî destpêkirin, raxist ber çavan.”

HPG’ê destnîşan kir Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di sala 7’an ya di vê pêvajoya şerê dijwar û dorfireh de, hemû êrîşên dijmin berteref kiriye û hebûna xwe parastiye.

HPG’ê diyar kir pêngavên şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê re lehengî, asta fedayîbûnê, dewlemendiyên taktîkî ên gerîla asta şerê 6 salên dawî û şerê gelê şoreşgerî nîşan dide û da zanîn wê ji niha şûn de jî gerîla di meşa Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad de serketinê pêk bîne.

HPG’ê derbarê bîlançoya sê mehan ya Pêngavên Şoreşger ya Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê de ev agahî parve kir:

-298 çalakî ji aliyê gerîlayan ve hatin kirin

-494 dagirker hatine cezakirin

-62 dagirker birîndar bûne

-Dagirkeran 67 caran gazên kîmyewî û gazên jehrî bikar anîn

-8 Helîkopter, 6 Dron û hin wesayîtên leşkerî hatin derbkirin

-Hejmareke zêde amûrên leşkerî hatin rûxandin

-Bi sedan çeper hatin rûxandin

– 63 hevrêyên me şehîd bûne

Back to top button