QSD’ê nasnameya 2 şervanên xwe eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê nasnameyên du şervanên ku li Hesekê û navçeya Eyn Îsayê di têkoşîna li dijî terorê û dagirkeriyê de şehîd bûne eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya ya Hêzên Sûriya Demoqratîk-QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnmeya şervanên xwe Mehmûd Kobanê û Ronî Serhad ku li gundewarê Hesekê û Eyn Îsayê di dema têkoşîna li dijî terorê û dagirkeriyê de şehîd bûn eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin :

“Hêzên me bi biryardarî şopandina şaneyên terorîst ên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Em soza xwe ji bo parastina şêniyên herêmê ji êrişên DAIŞ`ê dubare dikin.”

QSD’ê diyar kir şehîd Mehmûd Kobanê endamekî pispor ê Yekîneyên Antî-Terorê (YAT)ye, di dema şopandina şaneyeke terorîst a DAIŞ`ê li rojhilatê Hesekê gihîşt asta şehadete.

QSD’ê destnîşankir Şervanê wan Şehîd Ronî jî dema bersiva êrîşa dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser navçeya Eyn Îsayê de şehîd bû

QSD’ê sersaxî ji mabatên şehîdan re xewst û soza şopandina rêya şehîdan dubre kir.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîda wiha ne:

Navê Tevgerî: Mehmûd Kobanê

Navê Rast: Mehmûd Hemze

Navê Bav: Necmedîn

Navê Dayikê: Xaziyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundewarê Hesekê- 21/07/2021

 

Navê Tevgerî: Ronî Serhad

Navê Rast: Ridwan Tot

Navê Bav: Elî

Navê Dayikê: Xedîce

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyn Îsa- 19/07/2021.”

Back to top button