Li Tirkiyê operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin. Herî dawî polîsên dewleta Tirk 5 kesên ji Efrînê girtin.
Polîsên Tirk li bajarên Osmaniye, Hatay, Mêrsîn, Kilîs, Amed û Dîlokê 15 kesên ji Efrînê binçav kirin.
10 kesên ji wan piştî îfadeyê hatin berdan û ji bo ku werin dersînorkirin, şandin Navenda Şandinê ya Osmaniyê.
Her wiha 5 kes jî bi îdiaya ‘endamên rêxistinê ne’ veguhestin dadgeriyê.
Dadgeriyê têkildarî 5 kesên ji Efrînê biryara girtinê da