Venezuela û Kolombiya xebatên bazirganiyê xurt dikin

Di navbera Venezuela û Kolombiyayê de berî 4 salan ji ber pirsgirêkên siyasî peymana bazirganiyê hatibû rawestandin.
Piştî hevdîtina navbera lîderên herdu welatan de, careke din ev peyman ket meryetê.

Serokomarê Kolombiyayê Gustavo Petro li ser sînorê her du welatan bi hempîşeyê xwe yê Venezuelayê Nicolas Maduro re civiya.

Di civîna li Pira Navneteweyî ya Atanasio Girardot ku welatên cîran Kolombiya û Venezûelayê bi hev ve girêdide de, lîderan li hev kirin ku bazirganiya dualî xurtir bikin.

Kolombiyayê ragihand ku bi Venezuelayê re peymaneke dualî hat îmzekirin ku îsal bazirganiya di navbera her du welatan de bibe 1,8 milyar dolar.

Di daxuyaniya hevpar a ku piştî civînê hat dayîn de hat gotin,

” 2023’an tê xwestin ku bazirganiya dualî bi meyla mezinbûnê bidome û mezinbûna bazirganiyê ya tevayî di navbera 1,7 û 1,8 mîlyar dolarî de zêde bike.

Ji bo ku hilberîn û gihîştina cûrbecûr bibe divê çarçoveya qanûnî kûrtir bibe.”

Serokê Kolombiyayê Petro li ser hesabê xwe yê Twîtterê wêneyê ku bi Maduro re hatiye kişandin parve kir û got:

“Peymana parastina qismî ya bazirganî û berhênanê ya di navbera herdu welatan de, hate îmzekirin.”

Serokdewletê Venezûelayê Maduro jî di parvekirina li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de got:

“Me li ser sînorê ku Venezuela û Kolombiyayê bi hev ve girêdide, peymana wê di berjewendiyên gelê me de be îmze kir.”

Petro 2’ê Mijdara 2022’an, piştî 6 salan bû yekem lîderê Kolombiyayê ku di asta serokatiyê de serdana Venezuela kirî.

Têkliyên Venezuela û Kolombiyayê

Têkiliyên di navbera Venezuela û Kolombiyayê de ku xwedî çand û dîrokek hevpar in, 2019’an bi piştgiriya Kolombiyayê ji Guaido re aloz bû.

Maduro Sibata 2019’an ragihand ku wî têkiliyên dîplomatîk bi Kolombiyayê re qut kiriye.

Di wê demê de, Kolombiyayê, bi serokatiya rastgir- serokkomarê berê Ivan Duque dihate rêvebirin.

Bi hatina Petro re têkliyên herdû welatan careke din asan bûn.

Di 11’ê Tebaxê de, Petro û Maduro ragihandin ku wan bi hev re balyoz tayîn kirine û 29’ê Tebaxê jî balyoz hatin cihê xwe.

Back to top button