Meclisa Til Rifet êrişa dewleta Tirk şeremzar kir

Doh dewleta Tirk a qirker êrişî Til Rifetê kir.
Meclisa navçeya Til Rifetê ji bo êrişê daxuyaniyek da û êriş şermezar kir.

Artêşa Tirk a dagirker doh navçeya Til Rifetê topbaran kir.

Di encamê de kalemêrekî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Derbarê êrişê de Meclisa Navçeya Til Rifetê daxuyaniyek da.

Meclisê êrişa dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û ev tişt anî ziman:

”Tevî erdheja ku çêbûyî û bandora ku li xelkê kir jî dîsa dewleta Tirk dev ji êrişên xwe bernedaye.

Ne topên xwe sekinandine û ne jî balafirên xwe rawestandine.

Doh dîsa êrişî Til Rifetê kir û têde welatiyek kuşt û yek jî birîndar kir.

Meclisê diyar kir ku bêdengiya cîhanê ya li hember êrişên Tirkiyê hêzê dide wê ku kirinên xwe bidomîne.

Di dawiyê de, Meclisê banga rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker kir.

Dewleta Tirk Til Rifet topbaran kir- welatiyek şehîd û yek brîndar bû

Back to top button