Dewleta Tirk Til Rifet topbaran kir- welatiyek şehîd û yek brîndar bû

Bi ser halê xelkên Şehba û dorpêça ku têde ne, dewleta tirk hîn jî topbarana xwe ne-sekinandiye. Dewleta Tirk a dagirker îro navçeya Til Rifetê Topbaran kir, kalemêrekî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Dewleta Tirk a dagirker navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê topbaran kir.

Di encama topbaranê de kalemêrekî 70 salî, Yûsif Ebid şehîd bû, welatiyekî din jî birîndar bû.

Leşkerên Tirk li Kobanê zarokek gulebaran kir

Li aliyê din leşkerên dewleta Tirk a dagirker li rojavayê Kobanê, zarokek gulebaran kir.

Mûsa Mistefa Beghinadî 16 salî li gundê Boban ê rojavayê Kobanê, di lingê xwe de bi guleya artêşa Tirk a dagirker birîndar bûn.

Mûsa dema nava darên xwe de bû, hate hedefgirtin.

Ew zarok li nexweşxaneya Kobanê tê derman kirin.

Doh jî dagirkerên Rirkiyê gundê Seyda û xwaringeha nexîl yê girêdayî Eyn Îsa bi çekên giran topbaran kirin.

Back to top button