Desthilata Tirk dest danî ser navenda alikariyê ya Bazarcixa Mereşê ya HDP’ê. Kongreya Demokratîk a Gelan û Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê destdanîna ser navenda alîkariyê protesto kir û xwest li Stenbolê çalakiyekê li dar bixe. Polîsan li vir jî gef xwar û êriş kir. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî destnîşan kir astengkirina alîkariyan ne hedê tu kesî ye û got: “Çi dibe bila bibe, em ê hemû alîkariyên gihane me bigihînin gelê xwe.”
Doh dewleta Tirk a faşîst qeyûm tayînî Navenda Koordînasyana Krîzê a ji bo alikariya bi mexdûrên erdhejê ya li navçeya Bazarcixa Mereşê kir
HDP û HDK’ê destdanîna li ser navendên alîkariyê şermezar kirin
Bi armanca protestokirina tayînkirina qeyûman Kongreya Demokratîk a Gelan û Partiya Demokratîk a Gelan A HDP’ê xwest li Stenbolê çalakiyek li dar bixe.
Tevî ku biryarek qedexeyê ya walîtiyê û qeymeqamiyê nebû jî polîsan xwest çalakiyê asteng bikin.
Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr anî ziman ku ji bo piştevanî bê astengkirin êriş hatiye kirin û wiha axivî:
“Yên ku li malên xwe germ rûniştine, êrişî piştevaniya gel dikin û hêza xwe ya zordest dixin dewrê.
Heke we qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê nekira dê ewqas qurbaniyên me çênebûna.
Paşê endamên HDK’ê jî axivîn û bertek nîşanî helwesta polîsan da
Li ser gotin û bertekan, polîsan gefê li wan HDK’îyan xwar û piştre êrişî çalakiyê kir.
“Dewletê gelê me qetil kir û wê hesab bide”
Piştre girse derbasî avahiya HDK’ê bû û daxuyanî da û hate gotin
“Dewlet kujerê ewqas qurbanî ye. Em ê qet van kujeran ji bîr nekin.”
Pervîn Bûldan: Astengirina alikariyan ne heqê tu kesî ye
Têkildarî desteserkirina alikariyên gel, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî doh li Amedê daxuyaniyek de
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û parlementerên HDP’ê tevlî daxuyaniyê bûn.
Pervîn Bûldanê destnîşan kir ku desthilat dixwaze kampanyaya alîkariyê ya HDP’ê bide sekinandin û got:
“Kesên di destpêka erdhejê de nexuya bûn û bi tu awayî alîkarî ji gelê me re nebirin, niha dixwazin alîkariya tê kirin bidin sekinandin. ”
Pervînê bang li desthilata Tirk kir ku di vê sar û seqemê de astengkirina alîkariyan ne hedê tu kesî ye û ev yek got:
Çi dibe bila bibe, em ê hemû alîkariyên gihane me bigihînin gelê xwe.
Tu îzahiyata vê astengkirinê û tayinkirina qeyûm tune ye.”
Hevseroka giştî a HDP’ê Pervîn Bûldan bang li raya giştî kir ku li dijî vê ferasetê Hikumetê AKP-MHP’ê bi hev re têbikoşin û bisekinin