Welatiyên Başûr têkîldarî rola Rêber Apo di çareseriyê de axivîn

Welatiyên Başûrê Kurdistanê têkîldarî rola Rêber Apo ya di proseya aştî û azadiyê de axivîn û gotin: “Bi awayekî fîzîkî nebûna Rêber Ocalan di qada siyasî de pirsgirêka Kurd kûrtir dike.” Her wiha jinên Êzidî jî têkîldarî rola Rêber Apo di azadiya jinan de axivîn.

Welatiyên Başûrê Kurdistanê têkildarî rola Rêber Apo ya ji bo aştiyê û çareserkirina aloziyên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn; ji Rojnews’ê re axivîn.

Yek ji Mamostaya Zanîngehê Ala Nurî Talebanî diyar kir ku Kurdên jiyana xwe ji bo civaka xwe veqetandine rola wan di proseya aştiyê de dibe û got:

Ala Nurî: Astengkirina Rêber Ocalan di qada siyasî de alozî kûrtir kir

“Nebûna Abdullah Ocalan a di Qada siyasetê de pirsgirêka Kurd girantir kiriye.

Eger ew li qada siyasî bûya, wê proseya aştiyê baştir pêş biketiya.”

Medenî Asî: Ocalan banga avakirina yekîtiyê dike

“Eger em weke gelê Kurd dixwazin di çarçoveya Kuredistana azad de mafê xwe bi dest bixin, pêwîste em parastinê li jiyana bi hev re bikin.

Yekîtiya neteweyî ji bo har çar parçeyên Kurdistanê çêbikin.”

Jinên Êzidî jî destnîşan kirin ku bi saya fikrên Rêber Apo civakên bindest bi taybet jinan xwe ji zilma sedan salan rizgar kirin.

Jinên Êzidî: bi saya fikrên Rêber Apo riya azadiyê hate dîtin

Jina Êzdî Zîna Ehmed diyar kir ku jinan kevneşopiya berê şikandin, bûne xwedî Îrade.

Di dewamiyê de Zîna Ehmed bal kişnade li ser rêxistina jinên Êzidî ya li Şengalê û got: “Li Şengalê em dikarin behsa dû qonaxan bikin û ew jî qonaxa beriya naskirina fikrên Rêbertî û piştî naskirinê.

Jinên Êzidî bi naskirina fikrê rêber Apo rêya azadiyê dîtin û bûne xwedî îrade.”

Back to top button