Artêşa Tirk gundên Şerayê topbaran kir

Di roja yekem a sala nû de xelkê gundên navçeya Şerayê li ser dengê topên dewleta Tirk şiyar bûn. Artêşa Tirk a qirker îro careke din êrişî gundên Şerayê bi dijwarî topbaran kir.

Vê sibehê artêşa dewleta Tirk gundê Merenaz, Şewarqa û Kela Şewarqa yên navçeya Şera bi obîsan da ber topan.

Doh jî artêşa Tirk û çeteyên wê gundên Keferanton, Elqemiyê û Merenazê yên navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran kir.

Di heman demê de balafirgeha Minix û gundê Minixê yên kantona Şehbayê jî bi dijwarî hatin topbaran kirin.

Hema bêje rojane dewleta Tirk êrişê herêmê dike, tevî ku ev êriş li pêş çavê cîhanê pêk tên jî lê dîsa cîhan bêdeng e.

Back to top button