Ezab El-Ebûd: Aloziya Sûriyê dê bi rêya diyalogê çareser bibe

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab El-Ebûd dibêje ku çareseriya krîza Sûriyê tenê bi rêyên siyasî û beşdariya hemû gelê Sûriyê di avakirina destûreke nû de ye.

Ezab El-Ebûd derbarê aloziya li Sûrî ji ANHA’yê re axivî û diyar kir ku aloziya li Sûrî dûrî çareseriyê ketiye, sedema wê jî neguhertina zihniyeta hikûmeta Şamê ye.

Ezab El-Ebûd piştrast kir ku çareseriya aloziya li Sûrî tenê wê bi rêyên siyasî, dîplomatîk û beşdariya hemû gelê Sûrî di avakirina destûreke nû de be.

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab El-Ebûd di dawiyê de anî ziman ku ew ê ji bo avakirina civakeke demokratîk û exlaqî têkoşîna xwe bidomînin.

Back to top button