Biden :Min hişyarî da Pûtîn, eger êrişî Ukraine bikin wê berdêla wê giran be

Serokê Amerîkayê Joe Biden, doh naveroka pêwendiya xwe a telefonî li gel Pûtîn eşkere kir. Biden anî ziman ku wî di mijara Ukraine de hişyarî daye Pûtin û got; Eger êriş pêk were, wê berdêlê wan pir giran be.

Serokê Amerîkayê doh dema ji bo betlaneya serê salî çû bajarê xwe Wilmingtonê, têkildarî rojevê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Li ser pirsa pêwendiya telefonî ya li gel serokê Rûsyayê Pûtîn, Biden wiha got:

Bi Serok Pûtîn re min mijara Ukraine gotûbêj kir. Min jê re got, eger di warî leşkerî de gavan bavêjin, wê cezayên giran li wan were birîn.

Min got, em ê tevî hevalbendên xwe ên NATO hebûna xwe li Ewrûpayê zêde bikin.

Û eşkere min ev hişyarî da:

Eger Rûsya bikeve nava hewldana êrişa li dijî Ukraine, wê berdêlên giran bide.

Tevî vê yekê jî serokê Amerîkayê îdîa kir ku ew hêvî dikin alozî bi rêya diyalogê were çareserkirin.

Back to top button