Beriya 2 rojan, Çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Dêrazorê êrişî erebeyek hêzên Hikûmeta Şamê kir.
Despêka êrişê 23 leşker hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn, lê bîlançoya kuştiyan her çû zêde bû.
Herî dawî, di encama vê êrişa çeteyan de, 33 leşkerên hikumetê hatin kuştin.
Beriya 2 rojan çeteyên DAIŞ’ê li ser rêya Dêrazor-Humsê êrişî erebeyek leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê kirin.
Bîlançoya kuştiyên êrişê zêde bûne.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hejmara leşkerên Şamê yên di êrişa dawîn a çeteyên DAIŞ′ê de, hatine kuştin derketiye 33’an.
Duşema borî jî, çeteyên DAIŞ’ê êrişê nuqteyek hêzên hikûmeta Şamê û çekdarên girêdayî wê ya li rojhilatê Reqayê kirin.
Li gorî çavdêriyê, di encama êrişa çeteyan de 10 leşkerên hikûmetê û çekdarên girêdayî wê hatin kuştin.
Her wiha 7 kes jî birîndar bûn.