
Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîla ya li herêma Metînayê ku li dijî artêşa Tirk a dagirker hatibû lidarxistin weşand.
Di çarçoveya “Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê” de di 10’ê Sibatê de çalakiyek hate lidarxistin.
HPG’ê beriya niha li ser vê çalakiyê ev agahî parve kiribûn:
“10’ê Sibatê li qada Girê Milîtan a li herêma Metînayê, hêzên me bi çekên giran li dagirkeran xistin.
Di encama vê çalakiyê de konekî ku dagirker tê de bûn hate îmhakirin û 5 dagirker hatin cezakirin.
Ev çalakî li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê û tolhildana şehîdên Garê hat lidarxistin.”