Zelensky ji despêka êrişên Rûsya ve ji parlamentoya 19 welatan re axiviye

Serokomarê Ûkrayna Zelensky ji despêka êrişa Rûsya û heta doh ji parlamentoya 19 welatan re axivî. Zelensky doh ji Konseya Ewlekariya NY re axivî û got: Konseya Ewlekariya ya NY heye, lê ewlekariya cîhanê nîne. Nûnera daîmî ya DYA li Konseyê got, hebûna Rûsya di konseyê de baweriya bi wan kêm dike. Nûnerê Rûsya jî diyar kir ku ji ber piştevaniya welatên rojava şerê li Ûkrayna dirêj dibe.

Di demekê ku krîza Ûkrayna rojeva sereke ya cîhanê de ye, Serokomar Volodymyr Zelensky ji bo rawestandina şer bi welatên cîhanê re di nava têkliyan de ye.

Volodymyr Zelensky ji despêka şer heta niha, Parlamentoya Ewropa jî di nav de ji parlamentoya 19 welatan re axiviye.

Zelensky: Konseya Ewlekariyê ya NY heye, lê ewlekariya cîhanê nîne

Zelensky doh di roja 41’an a êrişên Rûsya li ser welat de, ji Konseya Ewlekariyê ya NY re axivî.

Serokomarê Ûkrayna got, “Xebatên me yên dîplomatîk ên aktîf dewam kirin. Me serî li Konseya Ewlekariyê ya NY da. Konseya Ewlekariyê ya NY heye, lê ewlekariya cîhanê tune ye. Ev tê wê wateyê ku NY nikare wan karên ku niha ji bo wan hatiye avakirin pêk bîne. Ji bo vê divê tenê dewletek were tewambarkirin. Ya ku NY û hemû saziyên navneteweyî yên ku hîn jî di nav de ne bêrûmet kirî, Rûsya ye.

Zelensky: Spanya li dijî Rûsya paketeke bihêz ya cezayan amade dike

Zelensky îşaret bi axaftina xwe ya ji bo parlamentoya Spanyayê kir û wiha domand:

“Min xîtabî gel û parlementoya Spanyayê kir. Spanya dewleteke ku piştgiriyê dide têkoşîna me ya ji bo parastina azadî û demokrasiyê ya li Ewropayê. Ew li dijî Rûsya paketeke bihêz ya cezayan amade dikin.”

DYA: Hebûna Rûsya di konseya mafê mirova de baweriya ji konseyê têk dibe

Nûnera Daîmî ya DYA’yê ya li NY Lînda Thomas-Greenfield banga derxistina Rûsyayê ji Konseya Mafên Mirovan a NY kir û got,

“Beşdarbûna Rûsyayê ya li Konseya Mafên Mirovan zirarê dide pêbaweriya Konseyê. Divê Rûsya di organeke ku armanca wê hurmeta mafên mirovan e de xwedî helwesteke desthilatdar be. Ev ne tenê durûtî ye, di heman demê de xeternak e.”

Thomas-Greenfield, diyar kir ku ew nû ji Moldova û Romanyayê vegeriyaye û ev tişt anî ziman: “Min krîza penaberan a ji ber şerê bênavber ê Rûsyayê derket holê, bi çavên xwe dît.”

Rûsya: Piştevaniya welatên rojava bû kîevê dibe sedema şer dirêj bike

Nûnerê Daîmî yê Rûsyê yê li NY Vasily Nebenzya îdia kir ku ji ber piştevaniya welatên rojava bû Kîevê şer dirêj dibe û anî ziman ku ev yek ji armanca wan ya sereke ye.

Nebenzya carke din kuştina arêşa Rûsya ji sivîlan û taybet komkujiya li bajarê Buçayê re dikir.

Back to top button