Li Girê Spî û Serê Kaniyê yên dagirkirî, çeteyên Tirkiyê mal û milkên şêniyan dizîn, her wiha 50 milyon lîreyên Sûrî yên şêniyekî dizîn.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çeteyan li Serê Kaniyê ya dagirkirî 3 mal li gundê El-Hemamat dizîn.
Di çarçoveya dizî û talaniyê de, wê çete kaxizên milkên xaniyan bidin malbatên xwe û xaniyên şêniyên Serê Kaniyê yên koç kirine, ji xwe re bibin.