Di rojekê de 6 hezar koçber ji Fasê berê xwe dan Spanya

Bi hezaran koçberên ji Fasê bi rêya deryayî bi awayekî nefermî derbasî Spanyayê bûn.
Hikumeta Madrîdê ji 6 hezar koçberan nêzî 3 hezar vegerandin.

Tenê di nava 24 saetên derbasbûyî de nêzî 6 hezar koçber bi rêya derya û bejahî xwe gihandin Spanya.

Wezîrê Karên Hindir yê Spanya Fernando Grande Marlaska bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku wan 2 hezar û 700 koçber vegerandine Fasê.

Ji bo pêşîgirtina li pêla koçberan jî wan polîs û hêzên leşkerî şandine li herêmê.

Pêla koçberiyê heta direngê şevê jî li peravên başûrê Spanya dewam dikir.

Dimenên ji herêmê hatin girtin de ev yek dida xuyakirin.

Pêla koçberiyê bûye sedema derketina krîza navbera welatan.

Serokê Konseya YE Charles Michel bi peyameke li ser hesabê xwe yê Twîtterê piştevaniya bi Spanyra re ragihand.

Li sînor tevî hemû hêza xwe jî hikumeta Spanya nekariye rê li ber koçberan bigre.

Back to top button