Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê teqez kir ku serdana şandeya serçeteyê Tirkiyê el-Herîrî ji bo derbkirina berjewendiyên herêmên Rêveberiyê pêk hatiye.
Nûnertiyê bi daxuyaniyekê serdana şandeya “Îtîlafa Nîştimanî ya Sûrî” û serçeteyê wê Nesir El-Herîrî bo Hewlêrê şermezar kir û anî ziman ku armanca serdana şandeyê ew e ku ziyanê bigihîne doza Kurdî, her wiha keleman deyîne ber danûstandinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Nûnertiyê da xuyakirin ku El-Herîrî û şandeya digel wî, di vê qonaxa hestiyar de, li ser banga PDK’ê berî daye Hewlêrê û got:
“Em weke nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê, dibînin ku ev Îtîlafa Erdoganî, bi niyazên nebaş ên hevbeş ku berjewendiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin, pêk hatiye.”