Li Mexmûrê Komploya 9’ê Cotmehê hate şermezarkirin

Li Başûr û Bakûrê Kurdistanê jî li dijî komploya navnetewî meş û çalakî hatin lidarxistin. Li gelek deveran bi hezaran kes daketin kolanan, komplo şermezarkirin û daxwaza azadiya Rêber Apo kirin.

Li bakur û başûrê Kurdistanê li dijî komployê li gelek deveran meş û çalakî hatin lidarxistin.

Li Wargeha Penaberan a Mexmûr’ê meş hate lidarxistin..

Li ber ofîsa NY Hevserokê Meclîsa Gel Yusif Kara axivî û komploya navnetewî ya li dijî Rêber Ocalan şermezar kir.

Gelê Amedê: Tenê Rêber APO dikare aloziyan çareser bike

Bi boneya 24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî, li Amedê bi dirûşma “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” meş hat lidarxistin.

Girse, li pêşiya Girtîgeha Amedê ber bi Cehdeya Emek a Rezanê ve meşiya.

Di encama êrişa polîsan de Hevserokên HDP’a Amedê Zeyat Ceylan, Gulistan Atasoy û Hevserokê DBP’a Amedê Hayrettîn Altun jî di nav de herî kêm 10 kes hatin binçavkirin.

Çalakvanan gotin: “Tekane navnîşana çareserkirina aloziyan, Rêber Ocalan e.”

Gelê Şirnexê li dijî koployê li qadan bûn

Li Şinexê jî tevî astengiya polîsan gel daketin qadan û komplo şermezar kirin..

Li Edene jî tevî astengiya polîsan gel herikîn qadan

Li bajarê Edene jî tevî dorpêç û êrişên polîsan jî gel li dijî komployê daket qadan..

Li Geverê polîsan êriş kir: 20 kes hatin binçavkirin

Bi armanca protestokirina salvegera Komploya Navneteweyî, li Gever a Colemêrgê meşa “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” hat lidarxistin.

Polîsan êrişî meşê kir û di encamê de welatî, parlamenterên HDP’ê û rojnameger birîndar bûn û 2 kes jî hatin binçavkirin.

Di êrişa polîsan de parlamenterên HDP’ê Habîp Eksîk û Saît Dede jî li erdê hatin kaşkirin û derbkirin.

Li Setenbolê jî çalaki hat li dar xistin û hat gotin ku muxatapê çareseriyê Îmraliye..

Komplo li Dîlok û Semsûrê hat şermezarkirin

Li bajarê Dîlokê jî bi daxuyaniyekê komplo hat şermezar kirin.

Hevserokê HDP’a Dîlokê Avnî Bînîcî da zanîn ku bingeha esasî ya pirsgirêkên Tirkiyeyê, pirsgirêka kurd e ku ev 100 sal in didome.Bi heman armancê li Semsûrê de jî endamên TJA’yê, endam û rêveberên HDP’ê û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn û komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin..

Back to top button