Dagirkeriya Tirk êriş û topbarana xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî didomîne û ziyaneke mezin li jiyana welatiyan dike. Ji vê sibehê de, Artêşa Tirk û komên wê yên çete, bi dijwarî navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê topbaran dike.
Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku dewleta Tirk bi 60 topan navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê yên Rojhilat û Rojava ji vê sibehê de topbaran kiriye..
Li gorî Navenda Ragihandina QSD’ê di encama vê topbaranê de, ziyanên mezin li mal û milkên welatiyan bûye û heta kêliya dayîna van agahiyan jî topbaranê dewam dikir.
Di heman daxuyaniyê de QSD’ê eşkere kir ku bi qasî 40 hezar kesên ji xelkên resen û koçberên Girê Spî li navçeya Eyn Îsayê dijîn.