Hungarya beşdariya Ukraynayê bo Yekitiya Ewropayê red dike

Îxtîmala vetokirin ango redkirina Hungaryayê ji danûstandinên endambûna Ukraynayê bo Yekîtiya Ewropayê, beriya civîna Konseya Ewropayê bû sedema krîzê.
Komîsyona Ewropayê ragihand ku ji bo Hungaryayê 10,2 mîlyar euro fonên hevgirtinê dane.
Her wiha erêkirina 50 milyar Euroyî ya alîkariyê ji bo Ukraynayê mijara rojeva lûtkeya Yekîtiya Ewropayê be.

Pêşbîniya ku Hungarya beriya civîna Konseya Ewropayê ya ku li Brukselê bê lidarxistin, danûstandinên ketina Ûkraynayê ya ji bo yekîtiyê veto bike, bû sedema krîzê.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskî anî ziman ku ti sedemê Serokwezîrê Hungaryayê Viktor Orban nîne ku rê li ber endambûna welatê wî ya Yekîtiya Ewropayê bigire.

Zelenskiy li paytexta Norwecê Osloyê piştî hevdîtina xwe ya bi serokên welatên Skandînavyayê re axivî û got,

“Min ji wî xwest ku ne sê, pênc û deh tenê sedemekê nîşanî min bide. Ez hê jî li benda bersivê me.”

Zelenskiy bal kişand ser wê yekê ku sînorên wan bi Hungaryayê re hene û ew hêvî dike ku bi Orban re “civînek pir avakerû erênî” pêk were.

Di rojeva lûtkeya Yekîtiya Ewropayê de ku rojên Pêncşem û Înê li Brukselê tê lidarxistin, destpêkirina muzakereyên endamtiya Kîevê ya Yekîtiya Ewropayê heye.

Her wiha erêkirina 50 milyar Euroyî ya alîkariyê ji bo Ukraynayê mijara rojevê be.

Lêbelê, Orban, yekane lîderekî Yekîtiya Ewropiye ku piştî şerê Rûsya û Ukraynayê, têkiliyên nêzîk bi Kremlînê re domand, tê pêşbînîkirin ku van biryaran red bike.

Orban, Ukraynayê bi gendeliyê tawanbar dike, îxtîmala destpêkirina danûstandinan bi Kîevê re wekî “şaşiyek tirsnak” bi nav kir.

10 milyar euro fon ji hungaryayê re hat dayîn

Di vê navberê de, beriya lûtkeyê Komîsyona Ewropayê ragihandibû ku ji bo Hungaryayê 10,2 milyar Euro fona hevgirtinê daye.

Di daxuyaniya Komîsyonê de hat diyarkirin reformên ku Hungaryayê ji bo serxwebûna pergala dadweriyê zêde bike têra gihandina vê fonê dike.

Yekîtiya Ewropayê di Kanûna 2022’an de 21,7 mîlyar Euro fona ‘YE’ ya ji bo Hungaryayê hatibû veqetandin, bi îddaya serweriya hiqûqê hatiye binpêkirin, cemidandibû.

Rûsya bi fuze û balafirên bê mirov êrîşî paytexta Ukrayna kîevê kir

Back to top button