Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê Cejna Êzî li civaka êzidî û gelê Kurdistanê pîroz kir û hêvî kir ku ev cejn bibe wesîleya xurtkirina berxwedan û hevgirtina li hember siyasetên li dijî civaka Êzidî.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya Cejna Êzî daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de, tevgerê Cejna Êzî li civaka êzidî û gelê Kurd, pêkhateyên herêmê, şervanên azadiyê û malbatên şehîdan pîroz kir.
Tevgerê diyar kir ku ev cejn, gelek girîng e û li Mezopotamyayê cejna pêşîn e û got:
“Êzidî, di pêvajoyeke gelek girîng û hesas de cejna xwe pîroz dikin.
Tevî komkujiyên li Şengalê û herêmên dagirkirî wekî Efrîn û Serêkaniyê û Girê Spî, hîna jî têkoşînê dikin.”
Her wiha TEV-DEM’ê bang li civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kir ku berpirsyariyên xwe li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî êzîdiyan, bi cih bikin.