Amerîka alîkariya bo Ukrayna bidawî dike

Pişteva niya Amerîka ya bo Ukraynayê ber bi dawiyê ve diçe.
Ev yek li nava Kîevê bûye cihê metirsiyê.
Dema ku DYA hişyarî dide ku “fînansekirina Kievê qediya ye”, Serokê Ukraynayê Zelensky li ser rêya Koşka Spî ye.

Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîka DYA Joe Biden, Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky vexwend Koşka Spî.

Koşka Spî roja Yekşemê di daxuyaniyekê de got;

Zelensky li ser rêya Koşka Spî ye

Armanca civîna roja Sêşemê razîkirina ji bo piştevaniya Waşîngton ya bo Kîevê ye.

Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin,

“Di dema ku Rûsya êrîşên mûşekî û balafirên bêmirov ên li dijî Ukraynayê zêde dike, lîder wê li ser hewcedariyên lezgîn ên Ukraynayê û girîngiya jiyanî di kêliya krîtîk de nîqaş bikin.”

Ofîsa Zelensky roja Yekşemê jî li ser Telegramê ragihand ku Serokomarê Ukraynayê wê roja bigihêje Waşîngton ê.

Ofîsê diyar kir ku wê Zelensky bi Biden re “hejmarek civîn û gotûbêjanbike”.

Zelensky wê bi serokê Meclisa Nûneran a Amerîka re bicive

Her wiha hat zanîn ku Zelensky danê sibê li avahiya Kongreyê ji bo axivtina senatorên Amerîkî hat vexwendin.

Komarparêzên li Senatoyê hefteya borî derbaskirina pakêta alîkariya lezgîn a 106 mîlyar dolarî ji Ukraynayê re asteng kirin.

Berdevkê Serokê Meclisa Nûneran a Amerîkayê Raj Şah, jî di daxuyaniyekê de ji Reutersê re ragihand ku wê di navbera Johnson û Zelensky de hevdîtineke taybet pêk were.

Blineken: Biden amade ye ji bo bicihanîna pakêta alîkariyê tawîzan bide

Wezîrê Karê Derve Antony Blinken doh di du hevpeyivînên televizyonê de got;

Xetereyên ji bo Ukraynayê bi taybetî zêde ne.

Fona me diqede.

Ev bi rastî dema gavê ye.

Em dizanin ku eger em vê yekê nekin wê çi bibe.

Putin wê karibe bêceza bi pêş de biçe û em dizanin ku ew ê li Ukraynayê nesekine.”

Blinken diyar kir ku Biden gotiye “ew amade ye ji bo çalakirina pakêta alîkariyê tawîzên girîng bide.”

Zelensy li Arjantîn bi serokomar Milei re civiya

Serokomarê Ukrayna beriya serdana xwe ya li DYA, bi Serokê Arjantînê Javier Milei re civiya.

Back to top button