Balafirên şer li Tirbespiyê stasyoneke niftê bombebaran kir

Ji 5’ê Cotmehê ve dewleta Tirk bi awayekî bêserûber êrişî bakur û rojhilatê Sûriyê dike.
Di êrişên xwe de, dewleta Tirk damarê jiyanê yên xelkên herêmê dike hedefa êrişên xwe û bi vê yekê bi mîlyonan mirovî bê parî kehreb û xaz û avê dihêle.
Îro jî êrişên dagirkeriyê dewam kirin û heta vê kêliyê nesekinîn.

Îro jî dagirkeriya Tirk berê topên xwe da gund û navçeyên herêmê.

Beriya çend kêliyan balafirên şêr yên dewleta Tirk Stasyona petrolê ya Oda a navçeya Tibesipiyê bombebaran kir.

Dagirkerna gundên Eyn Îsa, Dêrik û Til Rifat topbaran kirin

dewleta Tirk a dagirker navenda navçeya Eyn Îsa û Rêya M4 topbaran kir.

Dagirkeran gundê Gerdemiyê yê Dêrikê û nûqteke rejîma Sûriyê li gundê Eyndîwerê topbaran kirin.

Heman demê, dagirkeran derdora Til Rifatê Topbaran kirin.

Heleb-Hikumeta Şamê droneke xist xwarê

hat ragihandin ku Hêzên hikumeta Şamê droneke çeteyên dewleta Tirk a dagirker li nêzî Mizgefta Beraa ya li taxa Seyf El Dewla xist xwarê.

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku hikumeta Şamê ji ber binpêkirinên ji aliyê dronan zêde bûye, fermana qedexekirina kombûnan daye.

Di dîmenê bi rêya telefonê hatiye kişandin de, diyar dibe ku drona bi nizmî digere û ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve tê xistin.

Duh jî hêzên hikumeta Şamê li droneke çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Helebê xist

Dewleta Tirk seatên nîvro jî gundê rebîat yê navçeya zirganê topbaran kir.

Dagirkeran gundên Mezin û Kilûtî yên navçeya Şêrawa topbaran kirin.

Back to top button