Çeteyan kemyonek hişbir derbasî Efrîna dagirkirî kir

Çavkaniyên ji Efrîna dagirkirî da zanîn ku kemyoneke tê de madeyên hişbirê ji Idlibê derbasî bajarê Efrînê ku ev sê salin ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagirkirin bû.

Li gor çavkaniyan çeteyên ”Heyet Tehrîr El Şam” îro kemyoneke mezin madeyên hişbirê derbasî gundê Qîbarê yê êzidiyan yê navçeya Şera kir.

Ew kemyon ji Idlibê ve hat.

Kemyon gihaşt mala serçeteyê Feyleq El Ruhman Mihemed Mendo ku bi navê Ebû Udey El Humsî tê naskirin.

Back to top button