Rêwîtiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk

Rêwîtiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk. Sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku sala 2014’an bi îlankirina kantonê destpê kir, di 10 salan de tevahiya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê girt nava xwe û veguherî navnîşana çareseriya pirsgirêkan.

Piştî çirûska Biharan Gelan, Şoreşa Rojava berovajî herêmên din ê sûrî xwe li ser esasê Rêya sêyemîn rêxistin kir û vê yekê vegûherandin şeklê xwerêvebirinê.

Ev xwe rêveberin bi komînan destpêkir û di Cotmeha 2011’an de wekî sîwaneya sazûmaniyan TEV-DEM’ê rêvebir.

Piştre Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) ku ji 354 kesan pêk dihat û sedî 40’ê wê jin bûn hat avakirin.

Bi şoreşa 19’ê Tîrmehê ve û rizgarkirina bajaran êdî şexlê xwerêvebirinê diyar bû.

Gelên herêmê li taxan bi rêka malên gel, li bajaran jî bi rêka meclisên gel heta 2014’an xwe rêvebirin.

Lê pêwîstî pergaleke ku hemû herêmê, rengan hempêz dike hebû û li servê nîqaş pêşketin.

Nîqaş bi partiyên kurdan û hemû pêkhateyên herêmê re hate kirin

Li gel nîqaşên partiyên Kurdan 24’ê Tîrmeha 2012’an bi beşdariya MGRK û ENKS`ê Desteya Bilind a Kurd hat avakirin. .

Piştî nîqaşên navmala Kurdî û pêkhateyên din (Ereb, Suryan, Ermen, Çerkez) projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate pêşniyarkirin.

Têkildarî mijar 8’ê Îlona 2013’an di navbera MGRK û ENKS’ê de belgenameyek ji 9 xalan pêk tê hat îmzekirin.

Li gorî belgeyê pêwîst bû hevpeynakek civakî bihata amadekirin. Lê ENKS rojek beriya ragihandina vê yekê li ser fermanên Tirkiyeyê xwe paşve kişand.

Roja 12’ê Mijdara sala 2013’an Meclisa Giştî ya Damezirîner a Rêveberiya Demkî hate ragihandin.

Herêmên Rojava wê bi rengê kantonan bihatana birêvebirin.

Kanton jî wekî Cizîr, Kobanê û Efrîn hatin diyarkirin.

Di 6’ê Çileya 2014’an de li Amûdê 52 partî, rêxistin û tevgerên jin û ciwanan bi daxuyaniyeke pêşnumayên “Rengê Rêveberiyê”, “Hevpeymana Civakî” ragihandin.

21’ê Çileya 2014’an meclisa damezirîner a demkî Kantona Cizîrê ragihand.

Piştî Cizîrê 27’ê Çileyê li Kobanê û 29’ê Çileyê jî li Efrînê Rêveberiya Xweser hat ragihandin.

Piştî herêmên weke Girê Spî, Minbic, Tebqa, Reqa di bin dagirkeriya çeteyan de hate rizgarkirin pergala Rêveberiya Xweser berfireh bû.

Pergala Rêveberiya wekî 3 herêm( Cizîr, Firat û Efrîn)

6 Kanton( Qamişlo, Hesekê, Girê Sipî Kobanê, Efrîn Şehba) hat diyarkirin.

Minbic, Reqa û Tebqa jî wekî rêveberiyên sivîl hatin diyarkirin.

6’ê Îlona sala 2018’an Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat ragihandin.

Bi rizgarkirina cihên dagirkirî û mezinbûna pergalê re, pêwîstî hate dîtin ku hevpeymana civakî ji nû ve were nivîsandin.

Di encama xebatên 2 salan de hevpeymana civakî ya nû 13’ê Kananû 2023’an ji raya giştî re hate eşkere kirin.

Navê herêmê weke Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat guhertin.

Pergala herêma hate rakirin û xwe li ser 7 kantonan(Efrîn-Şehpa, Cizîr, Kobanê, Minbic, Reqa, Dêrazor, Tebqa) rêxistin kir.

Back to top button