“Lehengtiya YPJ li dijî DAIŞ çavê cîhanê zivrand ser xwe”

Di nava vê salê, bi dehan şandeyên jinan serdana welatan kirin û gelek şande jî hatin cem wê.
Naskirin û danasîna şoreşa jinan rojeva sereke ya hevdîtinan bû.
Her wiha li ser asta rojhilata Navîn û herêmê jî têkiliya jinan hate xurtkirin.

Di nava aloziya Sûrî de roj bi roj rojava reng da û çavê cîhanê zîvrand ser xwe.

Berxwedana şervanên YPJ’ê li dijî DAIŞ’ê li Kobanê mora xwe li vê danasînê xist.

Ji ber vê çendê deriyên dîplomtîk li pêşiya projeya Rêveberiya Xweser hatin vekirin..

Bi gotineke din, lehengiya şervanên YPJ û pegala hevserokatiyê dunya neçar kir ku li deriyê Rojava bixin.

Û vê şoreşê ji nêz ve nas bike.

Îcar, hem Rêveberiya Xweser û şandeyên jinan çû welatan û hem jî gelek şandeyên dewletan hatin cem wê..

Ji welatên Asyayê bigire, heta bi Ewopa û Amerîka û Afrîkayê berê xwe dan herêmê.

Helbet şaxeke sereke ya xebata diblomasî jî jin e..

Komîteya Têkilî û Tifaqa jinan saleke tijî xebat li pey xwe hişt

Ji 2016’an xebatên Komîteya Diblomasiya Jin hatin destpêkirin.

Û ji bo firehkirina qada karên xwe navê Komîteya Têkilî û Tifaqa Jinan li xwe kirin.

Vê qadê saleke tijî xebat li pey xwe hişt.

Jinan şoreşa xwe ji Ispaniyayê bigire heta Brêtaniya û Siwêd birin

Ji destpêka salê, şandeyek jinan ji rojavayê Kurdistanê serdana welatê Bask, Katalonya û Îspanyayê kirin.

Bi gelek şaredar, parleman û rêxistin hevdîtin pêk anîn..

Li Brêtanyayê şandeyeke jinên herêmê, bi jinên enternasyonalîst re civiyan.

Li Stockholmê jî tevlî civîna sêyemîn a Opozîsyona Demokratîk a Sûriyê bûn.

Naskirin û danasîna Şoreşa Jinan Rojeva tevahî hevdîtinan bû

Di hemû civînan de destekdana ji bo Rêveberiya Xweser û naskirina şoreşa jinan hat ser ziman.

Li gel vê şandeyeke jinan li Îtalyayê ji aliye nûnertiya Ewropayê ve hêjayî xelata Daniele Po hate dîtin.

Şandeyên jinan serdana Tûnis, Libnan û Başûrê Kurdistanê kir

Her wekî ji 4- 9 Îlona vê salê jî şandeyeke din tevlî 3 konferansên jinên Cîhanî li Tûnisê bûn.

Li wir jî gelek serlêdan ji rêxistinên jinan û partiyan re hate kirin.

Li Libnanê jî gelek xebatên diblomasî hatin meşandin.

Li Beyrûrt, Seyda, Sûr û Bîqahê panêl bi rêxistinên jinan re pêk hatin.

Li kêleka vê, ji bo avakirina yekîtiya netewî ya kurdî jî bi gelek şandeyên partiyên başûrê Kurdistanê re hevdîtin çêbûne.

Şande, rêxistin û rojnamevan ên ji welatên derve jî serdana herêmê kirin û rasterast ji aliyê Komîteya Têkilî û Tifaqa Jinan ve hatin pêşwazîkirin.

Li ser asta herêmê jî jinan Têkilî û Tifaqa xwe xurt kirin

Foruma Şoreşa Jinê di 22-23’ê Tîrmehê de li bajarê Qamişlo bi jinên Suryan û Ereb pêk hat.

Panêlek onlinê ji aliyê Înîsiyatîfa li dijî Dagirkeriyê û Qirkirina Jin der barê dagirkeriya Tirkiyê û Îsraîlê pêk hat.

Girêdayî pêşketin li herêmê û êrîşên dewleta Tirk kar û xebatên enformasyonê hatin meşandin.

Bi navê Kongra Star ji gelek rêxistinên jin re nameyên piştgirî hatin şandin.

Niha Rêveberiya xweser nûnertiya 5 milyon şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûrî dike û karîbû bibe herêmên herî ewle.

Back to top button