Parlamenter û yasanasên Iraqê, têkîldarî êrişên dewleta Tirk axivîn û gotin divê hikûmeta Iraqê li dijî binpêkirinên Tirkiyê xwedî helwest be.
Endama Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Beyda Xizir li ser binpêkirinên dewleta Tirk ji Rojnews re axivî û got:
Tirkiye bê ku guh bide yasayên navnetewî, êrişên xwe dewam dike, lewma pêywiste Hikumeta Iraqê li hemberî êrişan helwestekê nîşan bide.
Beyda di dewama axaftina xwe got ku eger êriş û bombebaran li ser sînorên Iraqê dewam bike, lazime gefa bersivdana leşkerî li balyozê Tirk were kirin.
Pisporê yasayê Elî Temîm: Êrişên dewleta Tirk di çarçoveya jînoside de ye
Pisporê yasayê Elî Temîm jî derbarê heman mijarê de got:.
Iraq dikare giliyê Tirkiyê bike û mafê Tirkiyê nîne ku li hemberî vê derbikeve, ji ber mafê parastina serweriya Iraqê heye.
Li gorî peymana sala 1948’an Iraq dikare berê xwe bide Dadgeha Navnetewî û li gorî madeya 27 ya peymana du alî ya sala 2008’an alîkariyê ji Emerîkayê jî bixwaze.”
Parlamenter Ehmed Mûsewî: Mijara êrişên Tirkiyê nehatiye ji bîr kirin
Parlamenterê Iraqê yê Çarçoveya Hemahengî Ehmed Mûsewî jî li ser êrişan axivî û diyar kir ku divê hemû aliyên siyasî xwedî yek helwest bin da pêşî li êrişan bê girtin.