”Şehîd Zelal dayik, xwişk û her tiştê me bû”

Jinên perwerde li ser destê têkoşer, şehîd Zelal Zagros wergirtine soza xwe ya pêkanîna wesiyeta şehîd nû kirin û gotin ew ê di oxira rizgarkirina jinê de têkoşînê dewam bikin.

Têkoşera û şoreşger Zelal Zagros (Feryal Silêman Xalid) di 18’ê Çileyê de li Kerkûkê hat sehidkirin.

Têkoşer Zelal di rêxistinkirina jinan û gel de li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de roleke pêşeng lîst.

Jinên ku perwerde li ser destê Şehîs Zelal Zagroz dîtine derbarê Şehîd Zelal de gotin ew xwedî kesayetek bi hêz bû

Ji jinên perwerde li ser destê şehîd Zelal Zargors dîtine, endama Komîteya Perwerdê ya Xeta Xerbî ya Minbicê Şems Berkel.

Şems Berkel da zanîn ku şehîd Zelal jinek têkoşer, siyasetmedar û xwedî kesayeta bihêz bû û got;

Hevrê Zelal her tim em xurt dikirin, ji me dixwest ku em xwe pêşbixînin û rexistin bikin.

Şems Berkel di dawiyê de soza şopandina têkoşîna şehîd Zelal da.

Endama Komîteya Xizmetguzariyê ya Xeta Farat a Minbicê Ebîr El Hesen jî derbarê heman mijarê de da zanîn ku şehîd Zelal Meclisa Xeta Farat damezrand û wiha anî ziman:

“Me ji wê henûnbûn werdigirt, ew dayik û xwişk û her tiştê me bû.

Şehîd Zelal bandoreke mezin di dilên me de hişt, em wê ji bîr nakin.”

Hevseroka Xeta Ebû Qelqel Hacer El Elî li ser rola şehîd Zelal a avakirina komîn û meclisan piştî rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞˊê axivî û wiha anî ziman:

“Di oxira azadkirina jinan de gelek têkoşîn kir.

Me bi saya wê gelek astengiyên li pêşberî xwe derbas kirine. Ew pêşenga me hemû jinan bû.”

Em bi wê serbilind din û soz didin ku tiştê di kesayetên me de çandiye, temam bikin.”

Li aliyekî din jî hevseroka Komîteya Lihevanînê ya Xeta Muhteriq Hemîde El Hemaş axivî û got:

“Hevrê Zelal di nava civakê de dihat hezkirin.

Ji ber ku em ji cehaletê rizgar kirin, Hembûna me ya îro li saziyan bi saya wê ye.”

Em ê fikrên wê dewam bikin û heta rizgarkirina jinan li ser şopa wê bin.”

Jinên Têkoşer: Em ê wesiyeta şehîd Zelal pêk bînin

Back to top button