Ukrayna: Di êrîşên Rûsyayê de 4 kes mirin

Ukraynayê ragihand ku di êrîşên ku îdia kir ji aliyê Rûsyayê ve hatine kirin de herî kêm 4 kes mirin û zêdeyî 60 kes jî birîndar bûn.
Her wiha hêza hewayî ya Ukraynayê ragihand ku 21 ji 41 mûşekên cureyên cuda yên ku ji aliyê Rûsyayê ve hatine avêtin, hatine îmhakirin.

Rayedarên Ukraynayê ragihandin ku li bajarên Kîev, Harkîv û Pavlohardê di êrîşên mûşekî yên ku wan îdîa dikin ji aliyê Rûsyayê ve hatine kirin de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Hat îdiakirin ku îro di saetên serê sibê de li paytext Kîev, bajarên Harkiv û Pavlohradê êrîşa bi fuzeyan hat kirin.

Şaredarê Harkivê Îhor Terekhov daxuyaniyek da û got:

“Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê xebatên xwe didomînin da ku xwe bigihînin kesên di bin xirbeyan de mane.”

Li gorî daxuyaniya Terekhov di êrîşan de 30 avahiyên apartmanan zirar dîtine.

Şîrketa enerjiyê ya dewleta Ukraynayê Naftogaz ragihand ku di êrîşan de xeta gazê ya li Harkivê jî xera bûye.

Li bajarê Pavlohardê kesekê jiyana xwe ji dest da

Şaredarê Kîevê Vitaliy Klitchko jî der barê rewşa li paytextê de daxuyanî da.

Vitaliy Klitchko da zanîn di êrîşên ku herî kêm 3 tax kirin hedef de 3 jê zarok 20 kes birîndar bûn.

Klitschko diyar kir ku piştî êrîşan agir bi gelek apartman û avahiyên ku wek îqamet nehatine bikaranîn, ketiye.

Koordînatora Niştecîh a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Ukraynayê Denîse Brown diyar kir ku di encama êrîşan de li kêleka ofîsa Neteweyên Yekbûyî xisar çêbûye.

Hat ragihandin ku di êrîşa li bajarê Pavlohrad a li başûr-rojhilatê welêt de kesek mir.

Hêza hewayî ya Ukraynayê ragihand ku 21 ji 41 mûşekên cureyên cuda yên ku îdia dike ji aliyê Rûsyayê ve hatine avêtin, hatine îmhakirin.

Rayedarên herêma Sumy ya li bakurê welêt jî ragihandin ku di êrîşa mûşekî ya li ser bajarê Şostkayê da binesaziya krîtîk zirar dîtiye.

Êrişî bazara Donetskê ya Ukraynayê de 25 kes mirin

Back to top button