Di 4 mehan de 7 zaroka jiyana xwe ji dest dan

Ji destpêka sala 2023’an de 7 zarokan jiyana xwe ji dest daye.
Ev yek jî di encama êrişên dewleta Tirk û dorpêça hikumeta Şamê de ye.
Ev êriş li ber çavê hemî cîhanî têne kirine.

Dewleta Tirk a dagirker rojane êrişî Rojava dike.

Êrişên him bejahî him ezmanî li ber çavê hêzên mîna Rûsya û Amerîka pêk tîne.

Ev bêdengî hêzê hîna dide Dewleta Tirk ku êriş bike.

Mînaka herî berbiçav ku berî çend rojan li Til Temirê komkujiyek anî ser malbatekê.

3 zarok ji heman malbatê şehîd kirin û 2 jî birîndar kirin.

Dewleta Tirk li vir êriş dike û Hikumeta Şamê jî Heleb û Şehba dorpêçkiriye.

Yanî, Li hêlekê êriş û li hêlekê dorpêç.

Tenê di nava 4 mahan de 7 zarokan jiyana xwe ji dest da.

Di encama topbarana dewleta Tirk û dorpêça hikumeta Şamê de.

Ji wan 4 zarokan di encama êrişên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye.

2 zarok jî ji ber dorpêça hikumeta Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye.

Zarokek jî di encama teqîna bermahiyên şer ên hikumeta Şamê li Şehbayê de, jiyana xwe ji dest da.

4 zarok jî ji ber êrişan birîndar bûne.

Bîlanço jî bi vî rengî ye.

Dewleta Tirk a dagirker gundê Eyn El Ebid ê navçeya Til Temir topbaran kir.

Di encamê de 3 xwişk û bira şehîd bûn.

2 zarok jî birîndar bûn.

16’ê Sibatê de li gundê Boban ê rojavayê Kobanê zarokek bi guleya leşkerên artêşa Tirk birîndar bû.

29’yê Çileyê de li navçeya Şêrewa mayîneke berhmahiyên hêzên hikumeta Şamê bi zarokekî ve teqiya.

Balafireke dewleta Tirk di 18’ê Çileyê de li nêzî gundê Meşûq ê di navbera Dêrik û Qamişlo de erebeyek kir hedef..

Di encamê de zarokek û 2 welatî şehîd bû.

Hikumeta Şamê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêçkirine.

Ji ber dorpêçê di 7’ê Çileyê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Her roj topên kujer ê dewleta Tirk li vir dibarin.

Bêyî ku Civaka navdewletî xwe bilivîne.

Back to top button