Dorpêça hêzên hikûmetê li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê yên Helebê û kantona Şehbayê ber bi karîsetên mirovî diçe. Îro jî li taxa Şêxmeqsûd pitekî 17 rojî ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da, bi giştî bûn 2 zarok ji ber dorpêçê wefat didin. Kadroyên tenduristiyê ên li Şêxmesûd û zarokên Efrînî ên li Şehbayê dimînin bi daxuyaniyê cuda banga bidawîkirina dorpêçê û misogerkirina jiyanek bi ewle kirin.
Dorpêça hêzên hikûmeta Şamê ya li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê yên Helebê û Şehbayê dewam dike.
Ji ber vê dorpêçê zarokên bi temen biçûk ji sermara nexweş dikevin û jiyana xwe ji dest didin.
Li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê zarokê bi navê Wîsam Sîdo 4 salî ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dabû.
Îro jî li heman deverê bitekekî bi navê Hisên Ebdullah Kîbar ê 17 rojî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî rapora tibî, sedem serma ye û ev zarokê duyemîn e ku li taxê jiyana xwe ji dest dide.
Ji taxa Şêxmqsûd banga lezgîn a bidawîkirina dorpêçê
Kadroyên tenduristiyê li pêşiya Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir ku yekane ye li taxê kom bûn û têkildarî rewşên wefatê yên ji ber sermayê daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji van rewşan, wefata Wîsam Sîdo yê 4 salî ye. Li beşa zarok û pitikan jî zarokên din ên nexweş hene.”
Her wiha bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî hate kirin destwerdan bikin da dorpêç bi dawî bibe.
Zarokên koçber daxwaza parastina mafê jiyana ewle kirin
Bi dehan zarokên koçber li Kampa Berxwedan a li kantona Şehbayê jî kom bûn û bang li UNICEF’ê kirin ku erka xwe ya li hember zarokan bîne cih û mafê jiyanek ewle û bi tendurist misoger bike.