Dagirkerên Tirkiyê îro car din gundê Til Temir topbaran kir. Her weha QSD’ê da zanîn ku di êrişa duh a ser gundê Til Tewîl yê Hesekê de, 2 şervanên wan birîndar bûne.
Artêşa Tirk a dagirker di seatên piştî nîvro de gundê Gozeliyê yê navçeya Til Temirê bi obîsan topbaran kir.
QSD: 2 Şervanên me di êrişa artêşa Tirk de birîndar bûnc
Doh balafireke bêmirov ya dewleta Tirk a dagirker gundê Til Tewîl yê Hesekê bombebaran kir.
Têkildarî êrişê, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe daxuyaniyek da.
QSD’ê da zanîn ku duh saet 15: 25’an de balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker, maleke welatiyan li gundê Til Tewil ê Hesekê, topbaran kir.
QSD’ê diyar kir ku di encama vê êrişê de 2 şervanên wan ên di betlaneyê de bûn, birîndar bûne.