Li Dusseldorfê ya Almanyayê ciwan ji bo Rêber Apo meşiyan

Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê û bajarê Elmanya Dusseldorfê ciwanan li ser banga Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer, çalakî li darxistin.

Li bajarê Elmanya Dusseldorfê ciwanan “Pergala Îmraliyê bişkînin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin” li hev civiyan û ber bi navenda bajêr ve dest bi meşê kirin.

Her wiha daxuyaniyek hate dayîn û tê de CPT ku li hemberî tecrîda Îmraliyê bêdeng e, hat şermezarkirin û wiha hate gotin:

“Em gelê Kurd li ser bûyerê raporeke fermî dixwazin.

CPT neçar e ku têkîldarî vê serdanê daxuyaniyek bide.”

Di daxuyaniyê de hat xwestin ku tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan demildest were rakirin.

”Berpirsyariya me ya dîrokî mîsogerkirina azadiya Rêber Apo ye”

Bi heman armancê li bajarê Zurîh ê Swîsreyê jî bi pêşengiya ciwanan meşek hat lidarxistin.

Li ser navê TCŞ û TekoJIN’ê Hêvî Amed daxuyanî da û got:

“Em wek ciwan berpirsyariya me ya bingehîn şikandina tecrîda mutleq a li dijî Rêber Apo û azadkirina wî ya fîzîkî ye.

Em ê heta encam ji pêngava “Cenga Azadiyê Serbixin” bigrin, li qadan bin.”

Li Romayê konsera piştevaniya bi Rêber Apo re

Back to top button