Gundewarê Şehbayê ji aliyê dagirkeran hat topbarankirin

Dîsa êrîş û dîsa jî herêma Şehbayê.. artêşa Tirk a dagirker weke her tim bi armanca dagirkeriyê herêm da ber topên xwe.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Şêx Îsa, Eyn Deqne û Minixê yên Şehbayê topbaran kir.

Duh êvarê jî, gundên Bêlûniyê û Eyn Deqnê yên heman herêmê bi çekên giran yên heman dagirkerî hatibûn armanckirin.

Dagirkeriya Tirkiyê baregeheke nû li gundê Mielek ava dike

Ajansa nûçeyan a HEWAR’ê jî ragihand ku artêşa Tirk a dagirker li gundê Mielek ê rojavayê Eyn Îsayê dest bi avakirina baregeheke din a leşkerî kiriye.

Beriya wê jî û li nêzî heman gundî, baregeheke din a dagirkeran hatibû avakirin.

Back to top button