Mayîneke li gundewarê Zirganê teqiya, zarokekî jiyana xwe ji dest da

Li gundewarê Zirganê, di encama teqîna mayîneke çeteyên Tirkiyê de, zarokekî jiyana xwe ji dest da.

Ajansa Nûçeyan a HEWAR’ê ragihand ku duh li herêma navbera gundên El-Esediye û El-Niwêhat ên gundewarên navçeya Zirganê, dema zarokekî li nêzî nuqteya leşkerî ya çeteyan pezê xwe diçêrand, mayîn pê de teqiya.

Li gorî ajansê, di encamê de, zarokê bi navê Teyf Casim El-Xelef yê 7 salî jiyana xwe ji dest da.

Back to top button